Hüseyin Demirci
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 11 Nîsan 2023
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku zivistan lê zehmet derbas dibe berf heliya, siruşt zindî bû, kulîlk vebûn û çivîkên koçber hatin navçeyê.
Sariqamîşa ku reqima wê 2 hezar û 200 mêtro ye yek ji wan cihên herî bilind ên Tirkiyeyê ye. Ji ber ku êdî bihar hat qeşaya Sûlava Keklîkê ya li Newala Keklîkê heliya, golên avê çêbûn û li rasta Hançerliyê jî sosin vebûn.
Li cihên avî werdek ji xwe ra xwarinê digerin, teyrên goştxwir jî li dû nêçîra xwe dikevin.
Werdek, bazên sor, kerkez, darkutok, legleg û gelek cureyên çivîkan yên koçber siruşta navçeyê dixemilînin.
Wênekêş Turhan Koçaş ji nûçeyê AAyê ra daxuyand bi hatina biharê qeşaya Sûlava Keklîkê heliya û kulîlk vebûn.
Koçaş got ew legleg û çivîkên din dibînin û hewl didin wêneyên wan bikşînin.