Sevim Hatun
20 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
VILLA DE LEYVA
Li Villa de Leyvaya Kolombiyayê Mihrîcana Ba û Bafirokê ya 42yemîn a wê du rojan dewam bike dest pê kir.
Di roja ewil a mihrîcanê de bafirokên di kategoriyên zarok, bi destçêkirî, mezin û bazirganiyê de firandin.
Bafirokhezên ku serê sibê zû hatin li meydana bajêr civiyan ji ber ku çend saetên ewil ba nedihat hinekî aciz bûn. Lê bi bayê re bafirokên xwe firandin û asoya bajarê kevnare yê ku di sala 1572yan de hatiye avakirin şên kirin.
Piştî nîvroyê ji ber ku baran barî navber dan ber bakirina bafirokan. Ziyaretvanên ku li meydana Villa de Leyvayê kom bibûn li bajarê dîrokî geriyan.
Bi minasebeta "Mihrîcana Ba û Bafirokê" gelek turîstên xwecî û biyanî hatin bajêr.