Türkan Tosun
09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Li Mûşê di çarçoveya "Projeya Çandiniya Belavkirinê" di baxçeyên tûfiringiyan da 600 ton tûfiringî wê bên berhevkirin.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Mehmet Aydin daxuyand di sala 2012an da li bajêr 230 baxçeyên tûfiringiyan hatine çêkirin.
- "Em bendê ne ji baxçeyan 600 ton bên berhevkirin"
Aydin got berhevkirina tûfiringiya dest pê kiriye û wiha axivî: "Em bendê ne ji baxçeyan 600 ton bên berhevkirin. Bihayê wê qasî 3 milyon lireyî ye. Ev jî ji bo me tiştekî baş e. Bi piştgiriya walîtiyê îsal em ê ji 50 cotkarên xwe ra baxçeyên tûfiringiyan ava bikin. Ji hêla din ji bo ku ji jinan ra rewşeke civakî pêk bê jî walîtiyê di 2017-2018an da piştgirî da. Bi vê piştgiriyê me ji 15 jinan ra dora 70 dekarî baxçeyê gilyazan çêkir. Îsal jî me 6 hezar şitlên gilyazan û 8 hezar û 500 şitlên gûzan belav kir."
Cotkar Îsmet Çaldir jî got bi saya piştgiriyê ew karê tûfiringiyê dike û wiha axivî: "Îsal li ser donimekî min ton û nîvek tûfiringî berhev kir. Em fêkiyên organîk digîhînin. Ji ber piştgiriyê em kêfxweş in."