İbrahim Atmaca
09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Li Dîgora navçeya Qersê piştî barana gur lehî rabû û di 6 malan da xesar çêbû.
Li gundê Kocayê yê li ser navçeyê baranê bi şev dest pê kir û paşê lehî rabû.
Lehiyê da binê 6 malan û mal nema tên bikaranîn, hin zevî û baxçeyan jî zirar dît.
Ekîbên Midûriya Parêzgehê ya Hawirdor û Bajarvaniyê jî li herêmê xebata tesbîtkirina xesarê da destpêkirin.
Kemal Çaginê mixtarê gund daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî baranê lehî rabû.
Çagin diyar kir ku lehiyê da binê malên ser rê û mal di bin avê da man û wiha dewam kir, "Welatiyan bi xwe pêşiya avê girt, lê feyde nekir. Şikir ji Xwedê ra tiştek bi kesî nehat, lê ji aliyê madî va tiştek ser tiştekî nema."
Dîlan Kaplana ku avê da binê mala wê jî got ku piştî baranê lehiyê da binê mala wê û wiha dewam kir: "Mala min êdî nema tê xebitandin. Min şeva xwe li mala eqrebayan derbas kir. Pergala me serobino bû, mala me tijî herî bûye. Em li bendê ne ku rayedar dengê me bibihîzin û dest bavêjin me. Ez vêga nikarim malê paqij bikim."