Sabri Yıldırım
29 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2025
Li Vartoya navçeya Mûşê hewaya sar bandoreke neyênî li jiyana rojane dike.
Li navçeya ku bi şev germahiya hewayê lê daket binê sifirê 20 pileyan ji ber sermayê qiraviyê li daran xist û çem û golan qeşa girt.
Li navçeya ku ji ber serma û seqemê rûberê çeman qeşa girt, ji ber mija zêde jî mesafeya dîtinê kêm bû.
Ji welatiyan Yusuf Aslan ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji ber mijê û seqemê pirsgirêk di hatûçûnê da çêdibin.
Aslan got, "Bi taybet serê sibehan gelekî sar e. Qiravî li daran dixe. Her alî spî dibe. Ji ber ku bi şev gelekî sar e, wesayitên me diqerisin, bi zorê dişuxilin."