Sabri Yıldırım
02 Gulan 2023•Rojanekirin: 04 Gulan 2023
Li Mûşê bi helîna berfê û hatina biharê re, jin ji bo berhevkirina kerengan berê xwe didin quntarên çiya û girên derdorê.
Li bajaroka Karaagaçê jin ji bo berhevkirina kerengan ber bi çiyayê ku raqima wê 1800 e hilkişiyan.
Jinên ku têne kerengan satilên ku bi dest xwe re tînin, tijî kereng dikin.
Kerenga ku li çolê bi xwe şîn tê welatî zehf jê hez dikin. Her wiha dixine sarincan û ji bo payiz û zivistanê hildinin. Kereng ji bo tenduristiyê sûdeke wê ya baş heye, digel ku bi xavî tê xwarin, tê pêjandin û dibe tirşîn jî.
Ji jinên ku kerengan berhev dikin, Sînem Denizê anî ziman ku ew çiya bi çiya li kerengan digerin û got, "Em têne kerengan didin hev, kereng derman in. Em wan ji bo zivistanê jî didine nava dolaban. Em tirşiyê jê çêdikin, dikin cax jî. Ji bo nexweşiya şekir û penceşêrê gelekî rind in."
Nazîfe Aktanê jî anî ziman ku ew ji navenda Mûşê hatine kerengan bidin hev û got, "Em têne li kerengan digerin. Pê re jî em pincar û giyayê helîsê jî top dikin. Em dikin tirşî, cax, şorbe. Ji bo zivistan û payizan dibe."
Nurgul Aktanê jî bal kişand ser wê yekê ku kereng ji bo nexweşiyên weke şekir gelekî bi sûd e û got, "Em heywanên xwe didoşin, paqijiyê dikin, em wan dibine garanê û em têne kerengan. Kerengên ku em kom dikin ji xwe re dikine şîv. Yan jî em dixin dolabê û ji bo zivistanê dihilînin."