Nihat Kavşut
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
VAN
Li Wanê ji ber berf û bager û şepeyê rêya 15 gundan hat girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê ji ber bager û şepeyê rêya 15 gundan hatiye girtin.
Li navçeya Bahçesarayê rêya 2 gundan ji ber şepeyê hat girtin û li navçeyên Başqale û Gurpinarê jî ji ber berf û bagerê rêya 13 gundan hat girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 11emîn ya Rêbejayê hemû rêyên li Wan û derdorê vekirî ne.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14emîn ya Meteorolojiyê da hat diyarkirin li tevahiya herêmê wê hewa kêmewravî be.
Li herêmê hewaya herî sar di bin sifirê da li Bedlîsê 6, li Wan û Mûşê pileyek û li Hekariyê 5 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin îro hewaya herî germ li Wan û Hekariyê 7, li Mûşê 6 û li Bedlîsê 4 pile be.
- Bedlîs
Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê ya Îdareya Taybet ya Bedlîsê destnîşan kir ku ji ber berfê rêya 174 gundan hatiye girtin û got ji bona rewşên acîl ekîb amade ne.
- Mûş
Mehmet Şah Şenturkê Midûrê Xizmetên Rê ya Îdareya Taybet ya Mûşê diyar kir li navend û navçeyan rêya 368 gundan hatiye vekirin.
- Hekarî
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ber destê sibehê mij ket û tesîreke neyînî li ser wesaîtan kir.