Önder Beyter
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê 4 an jî 6 pile ji ser pileyên asayî yên demsalê ra be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê sayî û nîvsayî be, li dewrûbera Qers, Agirî û Erdexanê jî wê perçeewrayî be.
Tê texmînkirin ku li herêmê wê ji hêla başûr va bayekî nerm rabe û car caran jî ev ba wê nîvqewî be. Dîsa li herêmê ber destê sibê wê qiravî û bûsî çêbe.
Li herêmê germahiya hewayê wê 4 an jî 6 pile ji ser pileyên asayî yên demsalê ra be.
Li herêmê pileya herî nizim a germahiyê li Tuncelî û Îdirê 2, li Erzinganê sifir, li Agiriyê di bin sifirê da 6, li Qersê di bin sifirê da 5, li Erdexanê di bin difirê da 2, li Erziromê di bin sifirê da pileyek hat pîvan.
Nava rojê pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Tunceliyê 18, li Erzinganê û Îdirê 16, li Agirî, Qers û Erziromê 13 û herwiha li Erdexanê jî 11 pile be.