Murat Kaya
20 Sibat 2024•Rojanekirin: 27 Sibat 2024
ERZURUM (AA) - Li Narmana navçeya Erziromê ya ku bi berfê nixûmiye hin ziyaretvan bi hespên xwe hatin dîtina kevirên cinan û li ser berfa spî meydan kirin.
Kevirê Cinan ên li Narmanê yên 12 kanyonên cuda lê hene 90 kîlomêtro dûrî navenda bajêr in û dişibin Kanyona Grand a li Amerîkayê.
Ev kevirê cinan ên ku li 7emîn kîlomêtroya rêya Narman-Pasinlerê ne piştî ku berf barî bi berfê nixûmîn û rengekî sor û spî tevlihev bû.
Her sal bi hezaran turîstên herêmî û biyanî tên serdana vir.
Hin ziyaretvan bi hespên xwe hatin li vê cihê turîzmê û balê kişandin.
Welatiyên ku hespên xwe li ser berfê gerandin dîmeneke bêhempa derxistin holê .