VAN
Walîtiya Vanê dê "Mîhrîcana Flamîngoyan a Gola Erçekê ya 4emîn" li dar bixe û mîhrîcan dê di 3ê Çiriya Paşîn de dest pê bike.
Flamîngoyên ku li dorexên Gola Wanê û taybetî jî Gola Erçekê kom dibin, bihar û payîzê ji bo turîstên herêmê dimenên xweş derdixin holê.
Li Gola Erçekê çûkên cur bi cur dijîn û her sal ji hêla Walîtiya Vanê ve ji bo flamîngoyan mîhrîcan tê lidarxistin.
Îsal jî "Mîhrîcana Flamîngoyan a Gola Erçekê ya 4emîn" dê di 3ê Çiriya Paşîn de li gundê Karagunduzê ya Navçeya Erçekê dest pê bike.
Piştî bernameya ku dê li Zanîngeha Yuzuncu Yilê bê lidarxistin, mîhrîcan dê bi dawî bibe.