VAN
Ji gola Vanê wekî jîndar masîpank tenê derdikeve. Bikir gelekî jê hez dikin ku masîpankan wekî kifte, burger û fîletoyê bê pehtin.
Masîpank salane bi qasî 10 hezar tonî tên girtin û bi vî awayî piştgiriyê dide pêşketina masîgiriyê. Bi bernameya Jinên Vanî Kifteyên Masîpankan Çêdikin û Beşdarî Îstixdamê Dibin ya ku ji hêla Zanîngeha Yuzuncu Yilê ve hat amadekirin, masîpank bi awayên cuda tên pehtin. Bernameya Hîbeyê ya Piştgirîdayîna Îstixdamkirina Jinan ya Yekîtiya Ewropayê jî piştgiriyê dide vê bernameyê.
Bi projeya ku sê sal berê dest pê kir û budçeya wê 437 hezar euro ye, tê payîn ku li Vanê îstixdamkirina jinan zêde bibe û piştgiriyê bide muteşebîsiya wan.
- "Me patenta xwarinan sitand"
Ji berpirsyarên karsaziyê Ayşe Onturk diyar kir ku di çarçoveya bernameyê de ewil qursan li dar dixin, pişt re sertîfîqayê didin wan kesên serkeftî. Onturk destnîşan kir ku bikir bi taybetî eleqeyê nîşanî burger û kifteyê didin û wiha axivî: "Me xwest ku em bi vê projeyê masîpankan bi awayên cuda bi kar bînin û masîpank bi awayên cuda tên pehtin. Ji ber vê yekê me ji masîpankan burger û kifte çêkir. Me patenta hemû xwarinên xwe sitand. Belgeyên me yên ku me bi piştgiriya projeya Yekîtiya Ewropayê sitand, hene. Em li vir rojane 130 kîlo masiyî dipêjin."
Ji bikiran Muhamed Evlîce jî got ku kifteyên masîpankan gelekî bi tam in. Yavuz Yenîgun jî diyar kir ku li ser pêşniyazê hatin vir û me tesîs gelekî ecibandin û got ku kiftên masîpankan gelekî bi tam in. Em pêşniyaz dikin ku bila her kes bê li vir û li tama van binêre.
Ayfer Geveya trabzonî ya ku li Vanê bi cî bû û li tesîsê dest bi xebatê kir, diyar kir ku her çiqas xelkê Behra Reş jî be dîsa jî ji masîpankan gelekî hez dike.
Midûrê Çewliga Sepan û Lêkolînan yê ZYYê Doç. Dr. Şenol Guzel destnîşan kir ku armanca wan ew e ku em qezenca ji masîpankan tê zêde bikin û piştgiriyê bidin aboriya bajêr. Guzel da zanîn ku piştgiriya projeyê hê jî berdewam e û hefteya borî lijneya YEyê ya ku ji Ankarayê hat, li vir lêkolîn kir.