15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Maratona ji 42 kîlomêtro û 195 mêtroyan pêk tê 250 mêtro li pişt gîşeyên Pireya Bogazîçiyê dest pê kir.
Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç û Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş di saet 09.00an de maraton dane destpêkirin.
Ji bo pêşbirka 15 û 10 kîlomêtroyan ji 120 welatên cuda 30 hezar werzişvanan navê xwe dane nivîsandin.
Ji Belarus, Erître, Etiyopya, Afrîkaya Başûr, Kenya, Rûsya û Ukraynayê 60 werzişvan di maratonê de pêşbaziyê dikin û dibezin.
Maratona Stenbolê ya 37emîn a Vodafonê îsal ji bo ku balê bikşîne tundiya li ser jinê û di vê mijarê de hesasiyetek pêk bê tê lidarxistin.