15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
HEWLÊR
Piştî salek û 3 meh û hefteyekê bi ser kontrolkirina Şingalê ji aliyê DAEŞêve, pêşmergeyan Şingal rizgar kir û ev yek bû sedema kêfxweşiyê di nav êzdiyên Laleşê da.
Girtina Mûsilê ji aliyê DAEŞa rêxistina terorîstve ji bo êzdiyan bibû sedema koçkirinê, herwiha bi sedan keç û jinên êzdî ji aliyê rêxistina terorîstve hatibûne dîlgirtin ku nuha jî nêzîkî 500 jinên êzdî, bi hinceta "nikeha cîhadê" di dest DAEŞê da dîl in. Piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê pêşmergeyanve kêfxweşiyeke mezin di nav êzdiyan da peyda bû.
Yek ji êzdiyê xelkê wê deverê bi navê Cindî Umer ji nûçegihanê AAyê ra got, "Rizgarkirina Şingalê ji me ra bûye weke cejneke neteweyî û olî lê ji ber ku gelek ji nasên me, êzdiyên me, di destê DAEŞê da ne, hê jî birînên me rehet nebûne."
Cindî dilxweşiya xwe nîşan kir û got, "Em di serî da sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hemî pêşmergeyan dikin ku Şingal ji destê DAEŞê rizgar kirin. Şingal weke navê xwe "şeng" (bedew - xweşik) û "al" (alî) dîsa ê bibe aliyê xweşikî û şadiyê."
Peristgeha Laleşê ku dîroka wê vedigere sala 1000ê pz. û peristgeha herî mezin ya êzdiyan e, bi qasî 20 km dikeve rojhilata bajarê Dihokê.
Şingal cihê şêniya herî mezin ya êzdiyan e û 145 km nêzîkî bajarê Mûsilê ye.