İSTANBUL
Li ser Pireya Bogazîçiyê, 35emîn Maratona Îstanbulê ya Vodafonê û Beza Gel hat lidarxistin. Gelek welatî û atlêt, beşdarî Maratona Îstanbulê ya Vodafonê ya 35emîn û beza gel bûn.
Welatiyan jî eleqeyek mezin li maratonê nîşan dan û li ser Pireya Bogazîçiyê dîmeneke rengîn çêbû. Kesên ku beşdarî maratonê bûn wêne kişandin.
Maratonê 300 metre li pişt gîşeyên Pireya Bogazîçiyê dest pê kir û Qada Sultanahmetê qediya. Di maratona ku 42 kîlometre û 195 metre kişand de Abraham Kiprotîch bû yekemîn. Atlêtên Kenyayî Sîraj Gena Amda bû duyemîn û Derîba Merga Ejîgu jî bû sêyemîn.
Di nav pêşbazên jin de jî Atlêta Kenyayî Rebecca Kangogo Chesîr bû yekemîn. Atlêt tirk Elvan Abeylegesse bû duyemîn û Sultan Haydar jî bû sêyemîn. Beza gel jî pir qerebalix bû û gelek kes beşdarî bezê bûn. Qasî 100 sezar kesî mirov beşdarî bezê bûn.
Ji bo ku hewa xweş bû gelek kes beşdarî maratonê bûn.
Ji ber ewlehiya pireyê tevdîr hatin hildan û rêvebiran li 3 cihên cuda bez dane destpêkirin. Koma ewil saet 09.30an de, ên duyem û sêyem jî piştî 10 deqîqeyan dest bi bezê kir.
Her çiqas tedbîr hatibin hildan jî pire hinekî hejiya.
Rêxistinên sîvîl yên civakî jî di çalakiyê de peyamên civakî dan.