Önder Beyter
18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 19 Nîsan 2019
Li Çiyayê Singiturê yê Sasona navçeya Batmanê stûriya berfê gihîşt 5 metreyî û ji ber vê çendê di meha nîsanê da dîmenê zivistanê derket holê.
Ligel ku li gelek ciyên welêt bihar hatiye, dîmena li Çiyayê Singiturê ku raqima wê 2 hezar metre ye û di navbera gundên Soganli û Dortbolukê da dimîne, ne kêmî demsala zivistanê.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Batmanê hat wergirtin, li parêzgehê herî dawîn serê nîsanê berf barî.
Li Sason û dewrûberê ji ber demsalê nayê pêşbînîkirin ku berf bibare.
Mixtarê gundê Soganli Abdullah Aydemîr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji gelek salan vir va ye ku zivistaneke wiha dijwar wan nedîtiye.
Aydemîr got ku niha li gelek deverên Tirkiyeyê û herwiha li navçeyê bihar hatiye, lêbelê li serê çiyê stûriya berfê gihîşt 5 metreyî.
Mixtarê taxa Yeşîlovayê Cuneyt Ozmen jî got ku ew ji navenda navçeyê ji bo dîtina berfê hat.