Haydar Şahin
26 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Li Herêma Rojhilatê Andoluyê biharê berf barî û li der û dora Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê dîmenên xweşik derketin holê.
Li herêmê ji ber berfa ku 3 roj in li berevajiyê demsalê dibare der û dora Qesra Îshaq Paşa ya di Lîsteya Berwext a Çanda Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre xêliya sipî li xwe kir.

Qesr di heyama Osmaniyan da li Anadoluyê hatiye çêkirin, di qesrê da 116 ode, tirbe, mizgeft, sûr, hewşên derva û hundir, dîwan û salonên heremê hene. Bi barîna berfê va qesr di nav mij û berfê da ma û dîmenên balkeş derketin holê.
Ji ber ku qesr li ciyekî bilind e ligel biharê şert û mercên hewaya zivistanê li wê derê heye. Der û dora qesrê bi berfê va çîl û sipî bû û ziyaretvan şaş û metel man.
Kelha Urartuyan a 3 hezar salî û Mizgefta Bayediz a Berê yên li nêzî qesra dîrokî jî bi berfê va xêlî li xwe kirin.
Avahiyên li dorê û qesra dîrokî yên li herêma wekî "bêşîka şaristaniyê" tê zanîn her demsalê ji gelek tûrşstan eleqeyemem mezin dibînin.