Türkan Tosun
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
MARDÎN
Şaredariya Nisêbînê ya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va hatiye wezîfedarkirin li navçeyê "2emîn Pêşbirka Xwarinên Herêmî" li dar xist.
Pêşbirk li Navenda Gulşîlavê ya Jin, Perwerde, Çand û Jiyanê hat lidarxistin.
42 kes beşdarî pêşbirkê bûn û bi xwarinên taybet va hunera xwe nîşan dan.
Juriya ku di nav de Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Umît Çetîn û şefê xwarinê yê Zanîngeha Artukluyê Sezer Şanli jî heye kesên bi ser ketin hilbijartin.
Li gor biryara juriyê Dilşa Tekîn bû yekemîn, Zelîha Eroglu bû duyemîn, Hulya Can jî bû sêyemîn.
Qaymeqamê Nisêbînê û Cigirserokê Şaredar Ergun Baysal makîneya firaqşûştînê, firin, geziya biceyran da kesên bi ser ketin.
Ji bo kesên din ên beşdarî pêşbirkê bûn jî îskanên çayê wek diyarî hatin dayîn.
Baysal daxuyand pêşbirkên bi vî rengî xwarinên herêmê û çanda wê dide nasîn, welatî tên cem hev, çanda xwarinê digihîje nifşên nû.
Piştî wêne û dîmenkişandinê pêşbirk bidawî bû.