Halil İbrahim Sincar
04 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2023
Sultan Kosenê li Mêrdînê dijî yê ku bi bejna xwe ya 2 mêtro û 51 santêmêtro va wek "zilamê herî dirêj ê dinyayê" tê qebûlkirin ji bo Sulemana Abdul Samedê ji Ganayê ku wek reqîb tê nîşandan got: "Ez hin tişan dibihîzim û dibêjin rekora Sûltan qediya, yê ji wî dirêjtir heye. De bila kerem bike."
Kosenê li Dedeya gundê Dêrikê dijî û bi destên xwe yên 27,5 santêmî û lingên xwe yên 36,5 santêmî va di sala 2009an da kete Kitêba Rekoran a Guînnessê 14 sal e rekorê nade tu kesî.
Kosen di Kitêba Rekoran a Guînnessê ya sala 2023an da jî cî girt û heta niha ji 500î zêdetir carî derket derveyê welêt û çû 129 welatan û wek nunerê çandê yê welêt jî Tirkiyeyê dide nasîn.
Sultan Kosen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber zilamê herî dirêj ê dinyayê ye kêfxweş e û îsal jî di pirtûka reqoran da cî girt û wiha domand: "Bejna min 2 metre û 51 santîm e û li rûyê dinyê kesê ku piyên wî herî mezinin jî ez im û destê min jî mezin in. Ez mîrata çandê ya dinyayê me û 14 sale ku ev rekor di dest min da ye û ez 40 salî me. Ez hinek nûçeyan dibihîzim ku dibêjin rekora Sultan êdî qediya û dawî lê hat. Heke kesek ji Sultan dirêjtir heye bila kerem bike û were meydanê. Ev 14 sale ez rekora xwe diparêzim û vê nadim kesî."
Mehmet Veysî Borayê ku şêwirmendiya Kosen dike jî got ku hinek nûçe hatin parvekirin û dibêjin ku bejna Sulemana Abdul Samedê ji Ganayê 2 metre û 89 santîm e lê ev rast nîne.
Bora got ku bejna Samed 2 metre û 23 santîm e û hê jî rekor di destê Sultan Kosen da ye.