İbrahim Atmaca
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Ji ber ku çaviya ewil a "Xaçerêya Nû ya Dinyayê" ji firînan ra vebû merasim hat lidarxistin û bi beşdariya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va merasim hat lidarxistin.
Serokomar Erdogan û Emîne Erdogana piştî ku ji balafira "CAN"ê peya bûn, bi wesayîta xwe ya miqam va derbasî avahiya termînalê bûn.

Erdogan li wê derê ji rayedarên Koma Teşebiskarên Hevpar a Limak/Kolin/Cengiz/Mapa/Kalyonê agahî hilda.
Erdogan û kesên pê ra demekê di avahiya termînalê da meşiyan û paşê bi serokên mêvan ra wêne kişand.

Serokomar Erdogan silav da boksor Khabib Nurmagomedovê Daxistanî.
Erdogan bi wesayîta ku ceyranê dixebite va çû ber kontuvara THYê ku bilêt jê tê hildan û li wê derê bi wezîfedaran ra qasekî sohbet kir. Wezîfedaran jî seba girîngiya rojê kartekî siwarbûnê da Erdogan.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Emîne Erdoagan jina wî, Serokê Meclisê Bînalî Yildirim û Semra Yildirima jina wî piştî ku derbasî qada merasimê bûn silav dan dewetiyan.
Di merasimê da Orkestraya Okay Temîz û Romanê û Orkestraya Wezareta Turîzmê konser da, fîlma danasîna balafirgehê hat nîşandan.

Kursiyê ku axaftinên vekirinê wê li ser werin kirin, wek mînyatura Kuleya Kontrolê ya Trafîka Hewayê hat sêwirandin.
Axaftinên merasimê wê bi zimanê Îngilizî, Erebî, Rûsî, Çînî, Almanî, Frensî û Îspanyolî jî were wergerandin.
