26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala diyar kir ku ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê wê tewdîrên hewce dikin bigirin û wiha pê de çû: "Herî baş li ku em dikarin tevdîrên ewlehiyê bibînin û herî baş ew dikarin li ku pîroz bikin ev der tên diyarkirin."
Wezîr Ala axaftina xwe wiha domand: "Di vê heyamê de hemû sendîkayên me, rêxistinên civakî yên sîvîl, saziyên kamuyê, saziyên pîşesaziyan xebitîn û bi diyalogê tevgeriyan. Bi rastî jî li gor daxwaza wan, daxwaza hêzên me yên ewlehiyê û gelê me heta niha xebat baş çêbûn. Ji vir şûn de jî înşallah em ê 1ê Gulanê bi vî awayî pîroz bikin. Ji bo ku welatî, xebatkar, karker û gelê me yên ku tên li wir baş pîroz bikin çi ji destê me tê em ê bikin û em ê tevdîrên ewlehiyê bistînin."