21 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Heta îro li Sûriyeyê 3 hezar û 800, li Iraqê jî 800, bi tevahî 4 hezar û 600 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin. Îro tu welatek jî di têkoşîna dijî DEAŞê de wek Tirkiyeyê bi biryar tevnagere."
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Heta niha li Sûriyeyê 3 hezar û 800, li Iraqê jî 800, bi tevahî 4 hezar û 600 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin. Îro tu welatek jî di têkoşîna dijî DEAŞê de wek Tirkiyeyê bi biryar tevnagere."
Enstîtuya Yûsif Îshaq a ISEASê cara 41emîn konferansa "Singapore Lecture"yê li dar xist û Serokwezîr Yildirim beşdarî konferansê bû. Yildirim di konferansê da axivî û ragihand ku Tirkiyeyê heta niha li erdnîgariyên cuda tevkariya xwe ya aborî û bazirganiyê pêş xist û 19 peymanên bazirganiya serbest mohr kir û kir rewacê.
Yildirim wiha axivî: "Li welatê me pereyê ku me ji bo sûriyeyiyan xerc kir bûye 30 milyar dolar. Yekîtiya Ewropayê wê ji bo penaberên Tirkiyeyê 3 milyar ewro bişanda, lê heta niha tenê 800 milyon şandiye. Piştgiriya civata navneteweyî jî heta niha ancax bûye 500 milyon dolarî."
Yildirim destnîşan kir, Tirkiye ji bo ku krîza Sûriyeyê çareser bike pir hewl da û wiha dewam kir:
"Bi pêşengiya Tirkiye, Federasyona Rûssyayê û Îranê li Sûriyeyê agirbest hat îlankirin û agirbest ji 30ê sermaweza 2016an û heta niha dewam dike. Cara ewil bi vê agirbestê va rejim û mixalefet hatin ser maseyekî. Welatê me di têkoşîna DEAŞê da di nav koalîsyona kureyî da roleke girîn bi cih tîne. Me par bi Operasyona Mertalê Feratê va 2 hezar kîlomêtreyî zehftir ax ji destê DEAŞê derxist û DEAŞ ji wan deran paqij kir. Heta niha li Sûriyeyê 3 hezar û 800, li Iraqê jî 800, bi tevahî 4 hezar û 600 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin. Îro tu welatek jî di têkoşîna dijî DEAŞê de wek Tirkiyeyê bi biryar tevnagere."