20 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Salona Sporê Ankara Arenayê di Kongreya Şaxên Ciwanan a Navenda Giştî ya AK Partiyê da axivî.
Davutoglu bal kişand ser hendekan û wiha got: "Em bi biryar in ku van hendekên hanê di serê wan kesên ku hendekan dikolin de xirab bikin. Evana bi kolana van hendekan ve êrîşî nirxên Îslamê dikin. Êrîşî rihê Diyarbekirê dikin. Sewtika banga şerîf a ji mînareyan tê kirin sar dikin û di şûna wê de jî marşa xwe ya xirpanî vedikin. Li Diyarbekirê Mizgefta Qûrşûnî şewitandin û paşê jî qet şerm nekirin û xwestin îftirayê bi me de bînin. Jixwe ji kesên bi terorê re dimeşin camêrî nayê hêvîkirin, rastî û însaf nayê hêvîkirin."
Davutoglu qala dewra berê û niha kir û wiha dewam kir: "Di 13 salên me yên derbasbûyî de me û milêtê xwe bi hev re dewreke tarî girt û dewreke ronahî me da destpêkirin. Tirkiyeya ku bi qeyranan û rageşiyan ve tije bû çû, Tirkiyeyeke nû ya ku bi xebatan ve mezin dibe, azad dibe, pêş ve diçe derdikeve holê. Ew siyasetên ku derdên welat çareser dikin li aliyekî, yên ku ji vî welatî re dibûn derd ji holê rabûn. Aboriya ku hema bigre nemabû rabû li ser piya û pêşketinan ve rekoran dikşîne. Demokrasiya me xurt bû. Hewldanên derbekar, biwesayet û hewldanên wan ên yekrengî yên ku rêza wan ji gel re tunebû li derva man. Tirkiyeya ku di nav xwe de girtî mabû guherî û bû Tirkiyeyeke ku li her goşeyê dinyayê rêça wê heye, gotinên xwe dide guhdarkirin derkete holê. Me ev hemû bi piştgiriya gelê xwe pêk anîn û em bi ser ketin. Ev 13 sal serkeftina gelê me ye.
Îro ciwan di nav wê plana ku dixwazin li başûrê rojhilatê pêk bînin de hene. Rêxistina terorê û hin aliyên siyasî zimanê nefretê yê ku dixwazin ciwanan dorpeç bike diaxivin. Molotofan didin destê zarokên ku temenê wan di navbera 8 û 17an de yên ku divê herin dibistanê û dibistanan bi wan didin şewitandin, dibêjin êrîşî hêzên ewlehiyê bikin. Zarokên ku dibin serê çiya ji bo mirinê dişînin. Çekan didin destê zarokên 12 û 13 salî. Zarokên ku nikarin bînin li ser rêya xwe dikujin, qetil dikin. Dema Yasîn Boru qetil kirin, Şeyhmus Sanirê ku li cem şorbefiroşekî dixebitî qetil kirin ev wiha bû. Dixwazin zarok bibin dijminên dibistanê, mizgeftê, kitêbê û pênûsê.
Rêvebirên HDPê li pey meşrûkirina hendekên ku rêxistina terorê vekirine, ketine. Parlementerekî HDPyî şerm nake û kesên ku mecbûr mane û mala xwe diterikînin, tehdît dike. Tehdît dike û dibêje 'Nehêle û neçe, ku tu rojekî bixwazî vegerî, dibe ku rûyê te negre, tu vegerî'. Va ye ez ji vê derê dibêjim, ew welatiyên me yên ku mala xwe terk kirin, wê di nav hizûrê da vegerin malên xwe. Ev piştgirên terorê yên ku qaşo wekîl in û gel tehdît dikin jî, wê teqez bersiva ku heq dikin, hildin. Heta ku rêxistina terorê dev ji îdiaya xwe ya ku wê paşeroja Tirkiyeyê bixe roja reş, bernede û çekan çal neke, têkoşînê dewam bike, em ê Tirkiyeyeke bira, bi hev ra ava bikin. Rêxistina terorê li wê derê wê jiyanê ji gel ra bike zindan, hevserokê HDPê wê silavê bide van. Em ê piştgiriya madî û menewî bidin welatiyên me yên ku ji rêxistina terorê zirar dîtin û mexdûr bûn. Em ê bersiva parlementerên HDPPê jî di meclisê da bidin."