KONYA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Meydana Bajêr ya Konyayê beşdarî merasima vekirinên komî bû û li vir axivî.
Erdogan destnîşan kir ku bûyerên Geziyê li Tirkiyeyê li hemberî vîna gel, ji bo derbeyê dek û dolaba ewil bû û wiha dewam kir: "Dixwestin ku vê hewildana xwe ya derbeyê bi operasyonên 17 û 25ê çileya pêşîn pêk bînin û derbeyê bikin."
Erdogan got ku wan xwest hin mensûbên çeteyan ên di nav darazê de, hin mensûbên rêxistinê yên di nav ewlehiyê de bi kar bînin û bi hêzên derve û hundur re hevkarî kirin ku Hikûmeta Komara Tirkiyeyê hilweşînin. Xwestin ku di şûna hikûmetê de li gor dilê xwe hikûmeteke nû ava bikin û wiha pê de çû: "Gel ji vê hikûmeta heyî gelekî razî ye, hin kes ji vê hikûmetê razî nînîn. Kî ne ew? Kesên ku berjewendiyên wan û rêxistina wan zirar dîtin ew in ku ji vê hikûmetê ne razî ne. Kesên ku bi faîzê milyon dolaran qezenc kiribûn, piştî ku ew pere ji destê wan derket, aboriya Tirkiyeyê ya bi îstiqrar ew aciz kirin. Ji polîtîkaya Tirkiyeyê ya derveyî welêt aciz dibin ku Tirkiye alîkariyê dide mezlûman û li hundir û derve kesên mafdar diparêze. Ji pêvajoya çareseriyê, ji Projeya Yekîtî û Biratiya Neteweyî, ji biratiya vî gelî aciz bûn. Di herêm û dinyayê de ji pêşveçûna Tirkiyeyê aciz bûn û aciz bûn ku Tirkiye projeyên gerdûnî çêdike. Xwestin dek û dolabên ku li Misirê gerandin li Tirkiyeyê jî bigerînin. Dek û dolabên ku li Ûkraynayê kirin, xwestin ku li Tirkiyeyê jî bikin. Xwestin ku li Tirkiyeyê kaos, qeyran û nakokiyê çêbikin û bibin sedema têkçûna gel. Xwestin ku bi xwe û bi rêxistina xwe ve ser bikevin."
Serokwezîr Erdogan Fethullah Gulenê ku li Pensîlvanyayê dijî qest kir û got: "Derkeve were Tirkiyeyê. Ji wê derê dek û dolaban negerîne û defikan çêneke. Ji bîr neke tu çiqas hesaban bikî bike, di ser hesabê te re hesabek heye. Tu yê jî rojekê bikevî wê defikê."
Erdogan got: "Tu kî yî yaw, çi ye 'Dibêjin tişta ku zatê Pensîlvanyayê gotibe ew rast e' hîç tiştekî wiha tewşo mewşo dibe?"
Serokwezîr Erdogan der barê hilbijartina Serokomariyê de jî got: "Namzedê partiya me yê serokomariyê dê hebe. Em dixwazin ku di 10ê tebaxê de înşeallah namzedê me di tûra ewil de bibe serokomar."