Ekip
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê îddiayên CHP û HDPê yên ku bi droneyên çekdar êrişî sivîlan hatiye kirin de got: "Di operasyonên têkoşîna dijî terorê de li hemberî wesayîtên esmanî yên bêmirov ên biçek yên ku li welatê me gelek derfetan derdixe holê hin îdia hene û ev îdia mînaka herî dawîn a şaşopaşiyê ye. Dema em li dijî terorê têkoşînê didin hewl tê dayîn ku sivîl zirarê nebînin û her kes dilê xwe diavêje vê tevgera me ya hesas û pesnê me dide. Lê hinekên dixwazin vê rewşê nebaş nîşan bidin û ji bo vê hewl didin, ev ecêb in. Dev ji operasyonên li hundirê welêt berdin, di operasyonên dervayî welêt de jî Tirkiye hewl dide ku sivîl zirarê nebînin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di Civîna Şaredaran de ya li ATO Congresiuma Enqeryê tê lidarxistin axivî.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan der barê hedef û armancan de got:
"Di hilbijartinê da hedefa me ew e ku herî kêm ji sedî 50 û yek lê zêde rayan bistînin, lêbelê hedefa me ya sereke ew e ku dilê hemû welatiyên xwe feth bikin. Kesên ku dijayetiya AK Parityê û Tayyîp Erdogan ji xwe ra xistine sedema hebûnê û deriyê nan li aliyekî, heke em bi xîret bixebitin em dikarin dilê hemû welatiyên xwe feth bikin û piştgiriya wan hildin."
Ji bo operasyonên terorê jî Serokomar Erdogan rexne li muxalefetê girt û wiha axivî:
"Di operasyonên têkoşîna dijî terorê de li hemberî wesayîtên esmanî yên bêmirov ên biçek yên ku li welatê me gelek derfetan derdixe holê hin îdia hene û ev îdia mînaka herî dawîn a şaşopaşiyê ye. Dema em li dijî terorê têkoşînê didin hewl tê dayîn ku sivîl zirarê nebînin û her kes dilê xwe diavêje vê tevgera me ya hesas û pesnê me dide. Lê hinekên dixwazin vê rewşê nebaş nîşan bidin û ji bo vê hewl didin, ev ecêb in. Dev ji operasyonên li hundirê welêt berdin, di operasyonên dervayî welêt de jî Tirkiye hewl dide ku sivîl zirarê nebînin."
Li ser îddiayên ku bi droneyên çekdar êrişî sivîlan hatiye kirin Erdogan wiha nirxandin kir:
"Dibe ku rêxistina terorê ji rêbaza têkoşînê ya dijî terorê ya Tirkiyeyê ku di demên dawî de birêve dibe û bi ser dikeve aciz bibe, dibe ku hin hêzên ku piştevaniya rêxistina terorê dikin jî ji ber vê yekê aciz bibin. Lê belê mafekî parlementerên meclisa Tirkiyeyê yê wiha tuneye. Dixwazin bi hin îdiayên wekî 'bi wesayitên asmanî yên bêmirov êrîş birin ser sivîlan' rêxistina terorê bikin mijareke navneteweyî, eleqeya kesên van îdiayan derdixin pêş bi siyasetê, bi mafên mirovan tuneye. Miletê me wê li ser sindoqan bersiva wan kesên ku dijminatina welatê xwe, dijminatiya têkoşîna dijî terorê ya welatê xwe dike, bide."
Der barê şerê terorê û şehîdkirina eskeran de jî Erdogan wiha pê de çû:
"Kesên ewladên vî miletî yên ku şehîd kirine biparêzin bila bizanin ku ew nikarin raya vî miletê wergirin. Gelo mehmetcîkê min kî ye? Evana ewladên me ne. Kesên ew şehîd kirin jî terorîst in. 'Ji holê rakirina van terorîstan wezîfeya me nîne' gelo? Paşê tu yê derkevî, qet şerm jî nekî û bibêjî 'Ez ê di çar salan de vê terorê xilas bikim.' Tu kî yî, tu yê çi xilas bikî?"
Erdogan, li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha cewab da:
"Serokê partiya mixalefeta sereke dibêje 'eger şer be, bila şer be.' Berê xwe bidinê. Jixwe emrê we bi şerê bi vî gelî û nirxên wan ra derbas bûye. Eger tu bixwazî bi me re şer bikî tu jixwe diçî me li Yekîtiya Ewropayê, dewletên biyanî û saziyên wan gilî dikî. Ev kes bi van gilîdarbûnan welatê xwe dike hedef û ev siyaseta jî xwe re kiriye edet."
Serokomar Erdogan rexneya xwe ya li Kiliçdaroglu wiha domand:
"Di wê heyama ku em tê da jiyan, ji ber şert û mercan emrê me jixwe her tim bi şerkirinê va derbas bû. Di her heyama emrê me da kî li hember Tirkiyeyê û gelê tirk dijminatî kiribe me bi wan ra şer kir û em hê jî şerê xwe didomînin. Heta ku Xwedê emir bide me, emê şerê xwe yê li dijî derbekaran, kesên hewesa derbeyê dikin, hêzên wesayetê, lobiyên tarî, rêxistinên terorê û her cure çeteyên îxanetê bidomînin."
Erdogan bal kişand ser hilbijartinên borî yên ku CHPê winda kirine û wiha got:
"Ey Kiliçdaroglu û ey yên li cem wî ne û bi xwe nizanin, wesaîtên bêmirov yên çekdar terorîstên bêbextiyê li vî gel û welatî dikin berteref dikin, hûn vê wiha bizanin. Tu rojekê cuda û rojeke din cuda diaxivî. Em bi we dizanin, hûn wekî keskesorê ne, carê carkî hûn rengê xwe diguherînin. Ev meş bi siyasetmedaran nakeve. Loma jî tu di 9 hilbijartinan têk çûyî û tu yê cardin bi ser nekevî."
Li ser peymana S-400 jî şiroveya xwe wiha kir: "Niha em gavên girîng diavêjin, li wê derê me peymaneke S-400î çêkir, ji ber vê yekê pir aciz bûn. Wê çawa çêbûya, ma em ê li hêviya we bin? Em jî li hemû cihên ewlehiyê tedbîrên xwe distînin û emê bistînin jî."
Ji bo çêkirina peykerên şexsî wî li hin bajaran Erdogan aciziya xwe wiha nîşan da:
"Peykerê şexsê min çêkirine, jixwe wexta ez bi vê yekê hesiyam zehf xemgîn bûm. Berî her tiştî ev yek berevajiyê baweriya me ye. Ez ne dixwazim peykerê min were çêkirin ne maskên min bên çêkirin ne jî dîmenên bi vî şiklî derkevin pêşiya min. Jixwe şaredariyên me tiştên wiha rakirin, ji kerema xwe re bila careke din şaşiyên wiha nekin, pêdiviya me bi peykeran tune, bila ji bo xizmetê berheman çêbikin."