TBMM
Serokê TBMMê Cemîl Çîçek da zanîn ku çapemenî di parastina maf û azadiya mirovan de, ji bo hêzdarkirina nirxên demokratîk û demokarisiyê karekî pir girîng digire li ser milê xwe.
Bi munasebeta 24ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê Cemîl Çîçek peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de dûpat kir ku çapemenî ji bo demokrasiyê bivênevê ye. Karê esas yê çapemeniyê nûçeçêkirin e. Çi nivîskî, çi dîtbarî, bihîzbarî an jî dîjîtal be, ferq nake.
Çîçek da zanîn ku çapemenî ji perçeyên herî hewce yê aştî û hizûrê ye û divê ew jî xwe li gorî demê veguherîne û adapte bike. Her wiha Çîçek got: "Ez wisa difikirim her tişta ku mirov ji navenda xwe derîne dê ji xwe jî dûr bikeve. Ji bo çapemeniyê hêmana herî girîng însan e. Ez dixwazim ku hûn jî bizanin divê em pêşiya pêşî mirovên têr û tije bigihînin. Çimkî qalîteya herî mezin dê wisa derkeve."
Çîçek da zanîn ku çapemenî pêşdarazan û fikarî û tirsên ku bi pêşdarazan peyda dibin dikare ji holê rake û wiha pê de çû:
"Çapemenî di parastina maf û azadiya mirovan de, ji bo hêzdarkirina nirxên demokratîk û demokarisiyê karekî zor girîng digire li ser milê xwe. Ez bawer im ku nûnerên çapemeniya me dê bi çavekî objektîf û azad çawa ku heya îro karê xwe anîbin cih dê ji îro pê de jî berpirsiyariya xwe bizanin û zordariya tu hêzê qebûl nekin û karê xwe bi awayekî herî baş bikin. Bi vê munasebetê ji bo wê roja ku astengiyên li ber fikr û gotinê radibin, ez careke din Cejna Çapemeniyê pîroz dikim."