25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Ji Parlamenterê Diyarbekirê yê HDPê Îmam Taşçier re teblîxat hat şandin ku ew here dadgehê îfadeya xwe bide. Ji ber ku Taşçier neçû îfade dayînê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê wî de biryara "bizorêanînê" da.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Taşçier de ji ber sûcên "Hikûmeta Komara Tirkiyeyê biçûkdîtin", "ji Serokomar re heqaret" û "ji xebatkarê kamuyê re ji ber wezîfeya wî heqaretkirin" jêpirsîn da destpêkirin.
Li gor vê jêpirsînê ji Taşçier re teblîxat hat şandin ku ew here îfade bide, lê Taşçier neçû îfadedayînê. Li ser vê, dozgeriyê der barê wî de biryara "bizorêanînê" da.