23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
ŞIRNAK
Alî Îhsan Suyê Waliyê Şirnexê got, "Di nav salekê da Şirnexeke modern ew ê bê avakirin. Em 6 hezar avahiyên teze çêdikin. Li Şirnexê malên ferah, kolanên fireh, navendên danûstandinê, malên serxweşiyan, dikanên di binê malan da, mescid, navendên ciwaniyê û parkên zarokan wê bên çêkirin. Em dizanin ku şirnexî layîqê tiştên baş in."
Walî Su esnafên li Kuçeya Hunerê ya li Taxa Ataturkê ziyaret kir.
Su pirsên esnafan bersivand û ji wan ra qala projeyên ku ew ê çêkin kir.
Su diyar kir ku li navçeyê binesazî ji serî da hatin çêkirin û ji bo vê jî 37 milyon lire pere xerc kirin.
Su destnîşan kir ku îhaleya asfaltkirina 105 kîometre rêya bajêr kirin û bi normalbûna rewşa hewayê va ew ê dest bi asfaltkirinê bikin.
- Alîkariyên ku didin welatiyn mexdûrê terorê
Su got ku ew ê xaniyên mezinahiya wan qasî xaniyên mexdûran bidin wan.
Su diyar kir ku dest bi projeya seyrangehê ya ku li ser rêya Uludereyê li ser 83 dolim erdî bê çêkirin kirin û di projeya şaredarî, otogar, nexweşxaneya jinan û avahiya edliyeyê da gihîştin asta dawîn.
Suyê Waliyê Şirnexê wiha pê da çû: "Di nav salekê da Şirnexeke modern ew ê bê avakirin. Em 6 hezar avahiyên teze çêdikin. Li Şirnexê malên ferah, kolanên fireh, navendên danûstandinê, malên serxweşiyan, dikanên di binê malan da, mescid, navendên ciwaniyê û parkên zarokan wê bên çêkirin. Em dizanin ku şirnexî layîqê tiştên baş in."