Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu der barê rûdanên li Mûsilê de daxuyanî da û wiha got: "Dema ku tiştek hat serê welatiyên me, qet mimkûn nîne ku bêbersiv bimîne. Divê tu kes hêz û qeweta Tirkiyeyê neceribîne."
Davutoglu wiha dewam kir: "Ji serê ser de yekeyên îstixbaratê, hêzên ewlehiyê û diplomatên me hemû rêyan ceribandin û der barê tenduristî û silametiya rayedar û welatiyên me de tewdîran hildan. Niha em der barê ewlehiya wan de haydar in. Heke ku zirarek bigihêje welatî û peywirdarên me dê bi awayekî herî tund bersiva xwe bibîne. Ji ber vê qasê divê her kes vê rastiyê li pêş çavên xwe bigre û anegorî wî ji hêz û qeweta me şik neke ku em ê der heq ewlekariya welatiyên xwe de tewdîran bistînin."