İbrahim Atmaca
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, "Em ê hemû biryarnameyên di hukmê qanûnê da betal bikin. Em ê hemû mamosteyên zanîngehê îadeyî wezîfeyên wan bikin. Bira fikara tu kesî tunebe."
Kiliçdaroglu di Halk TVyê da bi Ugur Dundar ra di bernameya Arenaya Gel da pirs bersivandin.
- "Dixwazin ku em di eleyhê Abdullah Gul da biaxivin"
Kiliçdaroglu ji bo pirsa li ser Serokomarê 11em Abdullah Gul ku di pêvajoya kifşkirina namzedên serokomariyê da navê wî wek "namzedê baniyê" derbas dibû, wiha got:
"Dixwazin ku em îlleh di eleyhê Birêz Abdullah Gul da biaxivin. Dixwazin ji bo me kumpaseke wiha çêkin. Ez çima di eleyhê Abdullah Gul da biaxivim? Birêz Abdullah Gul kesekî ku serokomarî kiriye û rêzdar e, ez jê ra rêzê digrim, em carinan diaxivin. Em carekê an jî du caran axivîne. Dema ku serokomar bû jî ez pê ra axivîm, piştî ku wezîfeya wî ya serokomariyê kuta bû jî ez pê ra axivîm. Min berê rexne dikir, dema ku ez cîgirserokê komê bûm jî min ew rexne dikir, biryarên ku da ji bo rexneya civatê vekirî ne. Jixwe têgeha ku hûn jê ra dibêjin demokrasî jî ev e."