Önder Beyter
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim di hevdîtina xwe ya ligel rêveberên şîrketên alman da wiha got, "Ji bo me pir girîng e ku hûn ji van geşedanan zirardîde nebin û herwiha nebin perçeyekî vê rageşiyê. Ez pir eşkere dibêjim, em we wekî şîrketên alman nabînin. Em we wekî şîrketên vî welatî dibînin."
Yildirim, li Koşka Çankayayê bi 19 şîrketê alman ên ku li Tirkiyeyê fealiyetê dikin re kom bû.
Şîrketên ku îxracata wan li Tirkiyê 10 milyar dolar û veberhênana wan teqrîben 20 milyar ewro ye pêşniyarên xwe bo Yildirim anî ziman.
Serokwezîr Yildirim di hevdîtinê de axaftinek kir û bal kişand ser ehemmiyeta şîrketan û wiha got:
"Şîrketên herî kêm 50 sal in li Tirkiyeyê kar dikin, di nêrîna gel da ji şîrketeke almanan zêdetir wek saziyeke tirkan xanê dikin hene, tu nêteke me ya wisa tune ku wan veberhênerên xwe rexne bikin û ji ber têkiliyên wan bedelê bi wan bidin dayîn, tiştekî wisa tu carê nayê bîra me."
Yildirim wiha dewam kir:
"Ji bo me pir girîng e ku hûn ji van geşedanan zirardîde nebin û herwiha nebin perçeyekî vê rageşiyê. Ez pir eşkere dibêjim, em we wekî şîrketên alman nabînin. Em we wekî şîrketên vî welatî dibînin."
Di civînê de Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk û Wezîrê Aboriyê Nihat Zeybekci jî amade bûn.