Fatih Gazioğlu
03 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê di ziyareta xwe ya îsal a ewil de biçe Vatîkanê û Papa Francîscus re bê bal hev.
Erdogan wê li ser daweta Papa Francîs 4-5 sibatê biçe Vatîkanê.
Serokomar Erdogan wê bi Papa re li ser mijara têkiliyên Tirkiye-Vatîkanê, geşedanên li ser mijara Qudsê, pirsgirêkên herêmê, trajediya mirovahî ya ku li Sûriyeyê diqewime, teror û têkoşîna dijî neyartiya Îslamê biaxive.
Bi vê ziyaretê piştî 59 salan Serokomarekî Tirkiyeyê diçe Vatîkanê û bi Papa re hevdîtinê dike. Papa jî 28 çiriya paşîn a sala 2014an de hatibû Tirkiyeyê. Papa bi vê ziyaretê bûbû 'Serokê ewil ku li Kuliyeyê hatibû qebûlkirin.'
Li gor agahiyan Erdoganê ji ber helwesta Papa ya ku li hember biryara Amerîkayê ku dixwaze 'Qudsê' wekî paytextê Îsraîlê nas bike spasiya wî bike.
Erdogan wê demê bi telefonê bi Papa re axivîbû û ji wî piştgirî xwestibû. Papa jî gotibû Qudis ji bo hemû dînan cihekî pîroz e û ev biryareke xelet e û yên ku ev biryar dane divê ji vê ji vê fikrê vegerin.