BAYBURT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Bayburtê bangî gel kir û li ser bûyerên ku bi hinceta Kobanê derketin sekinî û wiha got: "Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleteke ku li pêş hin serseriyên sikakê çok vede nîne. Ew dişewitînin, lê dê bedela wê bidin. Em ê hê ji wê rindtir çêbikin."
Erdogan der heqê dibistanên ku di bûyeran de hatin şewitandin de wiha got: "Vê gavê dibistan, muze, pirtûkxane û pirtûkan dişewitînin û hovîtiya xwe nîşanî hemû dinyayê didin. Vê yekê bi zanetî dikin. Dixwazin ku kurd nexwînin û cahil bimînin. Ji bo ku zarokên kurdan neçin dibistanê, pirtûkan nexwînin û cahil bimînin wisa dikin. Lewra zarokên kurdan bixwînên wê nekevin defika van."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû: "Em ê li ber kesên ku bi behaneya Kobanêyê ji hêzên tarî yên navneteweyî re dibin destiyê dasê çok venedin. Em ê ji wan jî hesab bipirsin. Rêxistina terorê dixwaze nîfaqê bixe navbera birayan, em ê nekevin vê defikê. Em ê ferqa teror, terorîstan û ferqa birayên xwe yên bêsûc derxin holê û biratiyê biparêzin."
Erdogan bangî malbatan jî kir û wiha got: "Ez cardin bangî dê û bavan dikim, zarokên xwe ji sikakan paşve bikşînin. Jiyana zarokên we boş beredayî mehf dibe. Xwedî li zarokên xwe derkevin. Rêxistina terorê û şaxa wan a siyasî li ser xwîna zarokên we hesaban dikin. Li hemberî vê yekê baldar bin."