04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Rê ji bo xizmeta gel in, meşeke ku bingeha wê gel nebe hem rê diêşîne hem jî rêwî. Gavên vê meşa ku FETOyî û rêxistina terorî pesnê wê didin û pê ra dimeşin gavên gel nînin. Ev çito meşa edaletê ye? Ev meşa edaletê nîne, meşa xefletê ye."
Serokwezîr Yildirim: "Heke tu bimeşî wê emrê te xilas bibe; lê ew ê rê neqedin. Lewra me rêyên ku dirêjiya wan 20 hezar kîlometre ne çêkirin. Di 19 rojan de 400 kîlometre xilas bû. Ji ber vê yekê were dev ji vê yekê berde. Ciyê ku divê mirov li wir li edaletê bigere ne rê ne. Ew der dadgeh in, meclis e. Edalet, ji bo hemûyan lazim e."
Ji axaftina Serokwezîr sernavên derketin pêş ev in:
"Serokê Giştî yê Partiya Muxalefeta Sereke dimeşe. 19 roj in bi rê va diçe. Di rastiyê da ji aliyekî va mefayeke vê rêvaçûnê çêbû. Ka ew çi ye? Derfet çêbû qalîteya rêyên ku me çêkirin, bê dîtin. Bi awayekî din em hîn nedibûn. Hinekî zehmet çêbû, lê pêşniyaza min jê ra; wiha dema ku ji Îzmitê ber bi vî aliyî tê ji averêya Kurtkoyê bikeve rêya Yavuz Sultan Selim jî, ka wir jî bibîne.
Hin kes dibêjin ku 'Ev rê zehf biha ne.' Birayê min tu zanibî ku xizmeta herî biha xizmeta ku tunebe ye, ma ku rê tunebin tu yê çi bikî, ku rê tunebûna tu yê çawa bimeşiyayî? Me rê çêkirin niha rihet rihet dimeşî. Ma ku rê tune bûna? Tu yê li çol û çiyan winda bibûyayî, ji ber vê yekê wextê tu di wan rêyan re derbas dibî, ji bo yên ku ew rê çêkirine dia bike, bibêje Xwedê ji we razî be...
Pira Yavuz Sultan Selim... Der heqê pirê da diaxivin. Dibêjin pir zehf biha ye û filan û bêvan. Ji ber ku di heyata xwe da kar nekirine îş û karê wan qirêjkirin e. Em guh nadin wan.
Heke em bimeşin em ê bi miletê xwe re bimeşin. Karê me bi cudaxwazan re bi FETOyiyan re tune ye.