ÎSTANBÛL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê danezana li Erebistana Siûdî ku Tirkiyeyê îmze nekir de got: "Tiştên ku Amerîka dixwaze çiqas eşkerene, ewqas eşkereye ku me ji ber çi îmze nekiriye.
Davutoglu di weşana zindî ya Kanal 24ê de bersiva pirsên ku der heqê rojevê de jê hatin pirsîn da. Davutoglû li ser rûdanên ku li Iraqê diqewimin jî sekinî û destnîşan kir ji ber ku Serokwezîrê iraqê yê berê Nûrî el-Malikî hişyar dikirin pir dihatin rexne kirin û wiha pê de çû: "Ji ber polîtîkayên Malikî artêşa Iraqê herî dawîn li Mûsilê her tişt li pey xwe hişt û reviya. Ji ber çi girîng e lewra her tiştên ku li pey xwe hiştin ketin destê DÎŞiyê. Ji ber vê jî hemû welatên dost ên ku difikirin alîkariyê bidin dibêjin lê ew çekê ku em bişînin bikevin destê hin kesên din? Ji ber vê fikrê jî bi fikar in. Lê niha ew hemû çekên ku Amerîkayê yên ku li iraqê hişt hemû ketin destê DÎŞIyê. Heke bingeha vê yekê nebînin û tewdîrên ku ji bo vê yekê hewce dikin negirin mixabin girîngiya tewdîran zêdetir dibe. Mixabin em îro bi bûyereke wiha re rû bi rû mane."