SAKARYA
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Sakaryayê xîtabî gel kir û wiha got:
"Her çend êrîşên bêexlaq kirin û tifaqên şer kirin dîsa jî bi ser neketin û gel nexapandin. Gelê min ê ezîz xwedî feraset e, xwedî fazîlet e. Gelê min defikên ku danîn dîtin. Şantaj û montaj jî dîtin. Înşallah miletê min dê hesabê wan bide wan"
Erdogan li ser hilbijartina serokomariyê jî sekinî û got ku beriya hilbijartina 10ê tebaxê tifaqeke şer hatiye çêkirin û wiha dewam kir:
"Di nav vê tifaqê de CHP û MHP heye. Partiyên ku ji sedî 1 reyên wan tunene jî hene. Di nav vê tifaqê de careke din çeteya îxanetê ya Pensîlvanyayê heye. Hin komên xwedî sermaye, hin komên medyayê hene. AK Partî bi gel re dimeşe, bi tifaqa milet re dimeşe. Li dijî kê? Li dijî vê tifaqa şer."
Serokwezîr Erdogan der heqê sûriyeyiyên ku xwe sipartin Tirkiyeyê de jî wiha got: "Mîlyonek ü 150 hezar mirovî xwe spartin me û alîkarî ji me xwestin. Qey em ê van li ber bombeya bihêlin? Ji ber vê çendê ye ku em ê ensartiya xwe bidomînin. Ez ji welatiyên xwe re pêşniyaz dikim ku ew xwedî li van xwîşk û birayên me derkevin. Mixabin li ser sûriyeyiyên ku xwe sipartine me çalakiyên provakatîf hene. Ez dizanim ku van provakatîfan kê dikin, lê ez ê di vê pêvajoyê de qala wan nekim. Lê ku hewce bike ez dikarim wan eşkere jî bikim."
Gel di 30ê adarê de tenê piştgirî neda AK Partiyê, di heman demê li ser sandoqê ders da CHP, MHP û HDPê jî û wiha dewam kir: "
"Ya herî girîng jî gelê ezîz e, gel çû ser sandoqê û bersiveke herî tund da çeteya îxanetê ya Pensîlvanyayê. Tabî ev partî wek her dem dersa ku gel li ser sandoqê da fêm nekirin. Lewra armanca van piçûk e. Ev dibêjin 'Bila biçûk be bila ya me be' derdê wan ev e. Ji ber vê çendê ye ku ji cih û warê diyar ray hildidin. Yek dibêje ku 'Em partiya kurdan e' û kurdperestiya siyasî dike, em dîsa jî li devera ku ew tê de hebs bûne ser dikevin û dibin partiya yekem. Partiyek dibêje ku 'Em partiya Tirka ne' û tirkperestiya siyasî dike. Ew jî dengên tirka hildide? Na. Em disa dıbın partiya yekemîn. Çima lewra em partiya 77 milyonî ne. Lewra em ji tirkan, kurdan, lazan, gurciyan, abazayan, boşnakan, arnavudan, roman, pomagan, welhasil me 77 milyon li ser navê Afirîner hez kir. Ferqa me ev e."