Barzanî li Hêwana Konferansê ya Saad Ebdullah bi parlementerên kurd yên li parlementoyên Iraqê û Herêma Kurdistanê re civiya û piştî civînê daxuyaniyek da rojnamevanan. Barzanî got ku der barê hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê agahî dane parlementeran.
Barzanî bi bîr xist ku pirsgirêkeke wekî pirsgirêka bi hikûmeta Bexdayê re di sala 2005an de jî qewimîbû û wiha axivî: "Wê heyamê parlementerên kurd dema ku destûra nû hat nivîsandin 5 mehan li Bexdayê man û beşdarî civînan bûn. Pirsgirêka me ya budçe û neftê ya bi Bexdayê re pirsgirêkeke wisa nîne ku di çend rojan de bê çareserkirin."
Barzanî li ser pirsekê îdiayên ku dibêjin nefta herêmê erzan tê firotin red kir û got ku "Em dilopek ji nefta Kurdistanê jî di bin standartên bihayê li cîhanê nafiroşin."
- Xebatên avakirina hikûmeta nû
Barzanî bal kişand li ser zehmetiya avakirina kabîneya 8emîn û got ku bi taybetî di mijara dabeşkirina wezaretan de partî li hev nakin. Barzanî ragihand ku wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşniyazên xwe pêşkêşî Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Goranê kirin. Barzanî da zanîn ku dê ji bo hikûmeta koalîsyonê bi partiyên din re bikevin nav têkiliyê.