Muhammet Kurşun
07 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
RÎZE
Serkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê nûkirina kadroyên partiyê de got: "Min çend caran anî ziman ku di hinek teşkîlatên me de betilîna metal heye. Divê em pêvajoya kongreya mezin jî wek firsend bibînin û guherîna berfireh bikin. Wek Serokê Giştî di vê mijarê de biryardar im. Emê bi hevalên xwe yên ku çavnêriyên xelkê me bicih bînin û xwedî dînamîzm û zanîn bin re di rêya xwe de bimeşin."
Serkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Rizeyê beşdarî Civîna Meclisa Şêwrê ya Wîlayetê ya AK Partiyê bû.
Der barê profîla rêveberên AK Partiyê de Erdogan wiha axivî: "Kesên ku di nav teşkîlatên AK Partiyê de cih bigirin divê ne zilamên wezîr, parlamenter, kom û grûban bin. Divê zilamên dozê û millet bin. Ez careke din bi baldarî dibêjim: Yên ku dozeke wan tunebe û hemû milletê me himbêz nekin nikarin di AK Partiyê de rêveberiyê bikin."
Serkomar Erdogan bal kişand ser sistiya di teşkîlatan de û nirxandina xwe wiha kir: "Min çend caran anî ziman ku di hinek teşkîlatên me de betilîna metal heye. Divê em pêvajoya kongreya mezin jî wek firsend bibînin û guherîna berfireh bikin. Wek Serokê Giştî di vê mijarê de biryardar im. Emê bi hevalên xwe yên ku çavnêriyên xelkê me bicih bînin û xwedî dînamîzm û zanîn bin re di rêya xwe de bimeşin."
- "Tirkiye ji nû de Şerê Rizgariyê dike"
Serkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan behsa giringiya pêvajoyê kir û wiha domand:
"Em di serdemeke wisa de ne ku Tirkiye ji nû de Şerê Rizgariyê dike. Em nikarin tehemmulî sistî, xeflet û îxanetê bikin. Em ên îxanetê dikin dibînin. Kesê ku bingeh îbadet, navîn ticaret û banî îxanet e me dît ne wisa? Niha li ku ye? Li Pensilvanyayê ye. Yên li pey wî li ku ne? Ew jî direvin diçin. Hin li hepsê ne, hin jî reviyan derve. Em bi van re mucadeleyê didin. E rêxistina terorî FETO ne. Yek jî rêxistina terorî PKK ye, em bi wan re jî mucadeleyê dikin, yek din jî DEAŞ e. Karê me ne hêsan e. Naxwe divê em milletê xwe bigirin kêleka xwe. Emê pêşî hêza xwe ji Heq piştre jî ji xelkê bistînin."
- "Ji xeynî Komara Tirkiyê dewleteke me tuneye"
Li ser terzê siyasetê jî wiha şirove kir: "Yên ku bi terzê baronên siyasetê yên 15, 20 û 25 sal berê hewl didin serdestiyê li AK Partiyê bikin, dê pêşî me li hemberî xwe bibînin. Vê wisa bizanin. Esasen xerabiya ku bi vî awayî li AK Partiyê tê kirin, xerabiyeke bi hemû Tirkiyê hatiye kirin e. Welatê me muhtacî wê yekê ye ku em xizmetên xwe yên 15 salan bi hedefa 2023an bigihînin encamê. Millet li benda me û wê yekê ye."
Li ser nîqaşên dewleteke nû jî wiha axivî:
"Ji xeynî Komara Tirkiyê dewleteke me tuneye. Kî çi dibêje bila bibêje, hemû çîrok in. Ez wek Serokê Giştî yê partiya xwe û wek Serkomarê manîfestoya me dibêjim: Yek millet, yek ala, yek nîştiman û yek dewlet. Xelas. Înşellah em hewl didin dewleta xwe ya Komara Tirkiyê gelekî baştir bikin. Emê di vê de bi ser bikevin."