Abdullah Tel,Nihat Kavşut,İbrahim Atmaca
02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
DOHA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got: "Kampa Başîkayê bû sedema rageşiyeke beredayî. Rageşiyeke ku divê neqewimiya. Lê em ji bo ku vê yekê têkûz bikin hewlên xwe yên dîplomatîk didomînin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bo rojekê Doha ziyaret kir û di çarçoveya bernameya xwe da jî Dibistana Tirk a li ser Balyozxaneya Tirkiyeyê ye û eskerên tirk ên li baregeha eskerî ya Qatarê wezîfedar in ziyaret kir.
Çavuşoglu li dibistanê geriya xelat da xwendekaran û paşê jî daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir ku têkiliyên Tirkiye û Qatarê di halekî pir baş da ye û wiha pê da çû: "Parastin, pîşeya parastinê, têkîliyên me yên aborî û dema em li projeyên vê derê ku fîrmayên tirk hildane ser xwe dinihêre dibîne ku bi rastî jî têkîliyên me di her qadê da baş dimeşin. Di mijarên herêmî da jî pozîsyon, fikr û ramanên me û Qatarê wek hev in."
- Têkîliyên Tirkiye û Iraqê
Çavuşoglu der barê axaftina Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zarîf ku gotibû 'ez dikarim ji bo pêşketina têkiliyên di navbera Enkqere û Bexdayê da navbeynkariyê bikim', nirxand û wiha pê da çû: "Di mijara Başîqayê da em ji rola erênî ya her kesî ra dibêjin erê. Ya rast Iraq dewleteke cînar û birayê me ye. Xelkê Iraqê jî birayê me ne. Herî baş rêvebiriya Bexdayê dizane ku em çiqas girîngiyê didin yekîtî û serxwebûna axa Iraqê. Em ji her kesî zêdetir piştgiriyê didin. Kampa Başîqayê nîqaşeke belasebeb derxist. Hefteya borî misteşarê me çû Bexdayê. Niha jî em li bendê ne ji Bexdayê lijneyek were. Heger di vê mijarê da roleke erînî ya Îranê jî hebe em ê kêfxweş bibin. Lewra Îran, Iraq û Sûriye cînarên me ne. Em dixwazin bi hemû cînarên xwe ra têkiliyên xwe di heman astê da bimeşînin. Armanca kampa Başîqayê jî ew bû ku li dijî DEAŞê hêzên herêmî bên perwerdekirin, lê nîqaşeke belasebeb derket. Niha em gavên erênî diavêjin. Ji ber vê helwesta Îranê em sipas dikim."
- Dibistana tirkan ya li Dohayê
Çavuşoglu qala fealiyetên dibistanê kir û got ku ev dibistan îsal vebû, 50 xwendekar, 6 mamoste, 8 pol û midûrekî wê heye.
Çavuşoglu bi bîr xist ku Tirkiyê ji bo fealiyetên perwerdeya li derveyî welêt Weqfa Mearîfê ava kir û wiha dewam kir: "Gelek welat dixwaze dibistanên ku di destê FETOyê da nin, dewrî me bikin. Înşeallah em ê saleke dinê vana dewr hildin. Em ê ji aliyekî din va jî dibistanên tirkan vekin li wê derê zarokên welatiyên xwe baş perwerde bikin. Kê bixwaze em ê zarokên wan jî perwerde bikin. Me bi hawî li derveyî welêt jî gava perwerdeyê avêt."