Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan beşdarî bernameya "Kulîsa Paytextê" ya televîzyona kanal 7an bû û li wir pirsên der barê rojevê de bersivand.
Alîkarê Serokwezîr Akdogan li ser pirsa "Hin nûçe dibêjin ku Kobanê hindik maye ku bikeve DÎŞIyê. Ji Qendîlê jî daxuyanî hat dayîn û tê gotin ku pêvajoya çareseriyê dê dawî bibe. We jî li Mêrdînê daxuyaniyek da û got ku Kurdên ji Sûriyeyê mutefîqê me ne" Akdogan got ku hin kes di pêvajoya çareseriyê de tengasiyan derdixin.
Akdogan daxuyand ku bûyerên bakurê Sûriyeyê mijareke sereke ya pêvajoya çareseriyê nîne, lê bi awayekî bandorê li ser pêvajoyê dike.
Akdogan wiha axivî: "Ev mijar ne mijareke xwezayî ya pêvajoyê ye. Heke wisa be, sibê li Iraqê, Îranê an jî cihên din dîsa bûyerên kurdan, an jî bûyerên rêxistinên eleqeya wan bi PKKyê re hene û hemû mijarên din jî dê bibin mijara pêvajoyê. Tirkiye hewl dide ku mijareke xwe ya navxweyî çareser bike. Em hewl nadin ku hemû pirsgirêkên kurdan ên li welatên din jî bi pêvajoya çareseriyê ve çareser bikin. Ew meselê cuda ne, divê li gor xwe ji bilî vê bên nirxandin. Helbet girîngiyên van meseleyan û mijarên girêdayî meseleya me ya navxweyî jî hene. Lê hemû meseleyan bi vê meseleyê ve girêdayîn tê wê meneyê ku çareseriya vê meseleyê nayê xwestin. Ji ber vê, divê ev ji hev bên veqetandin."
Akdogan daxuyand ku Ahmet Turk got "Li Kobanêyê ev tişt dibin û dest dirêjî jinên me dikin. Lê Tirkiye bêdeng van bûyeran temaşe dike. Derûniya min nebaş e ku ez biaxivim, ez ê neaxivim."
Akdogan got ku li ser gotinên Turk wî jî hin tişt gotine û wiha axivî: "Derûniya min jî nebaş e, sê polêsên me şehîd ketin. Hîn cinazeyên wan erdê ye axaftina van meseleyan ne rast e. Ji Qendîlê daxuyaniyên tewş tên dayîn, wek gefxwarinê. Tu kes nikare Tirkiyeyê tehdît bike."
Akdogan got ku Turk rexneyan dike û dibêje ku li herêmê veberhênan nayên kirin, lê bi projeyên GAPê ve 55 katrilyon veberhênan hatiye kirin û wiha dewam kir:
"Rêyên dualî, otoban, nexweşxane diyar in. Him ev ê bên bikaranîn û him jî dê bibêjin tu tişt nayê kirin, ev gotineke ne rast e. Niqaşa min û wî der barê vê de bû. Tiştên ji bilî vê min gotin, raste rast der barê daxuyaniyên Qendîlê de ne. Gotinên gefxwarinê ne rast in. Heke ku tu wisa xurtî here bi DÎŞIyê re şer bike, tu çima gefan li Tirkiyeyê dixwî? Ma hêza te heye birê min? Tu çima ji Tirkiyeyê alîkariyê dixwazî? Yanî nikare bifire, lê derketiye li ser banê diaxive. Li Qendîlê kêfa xwe dinêhêre, lê der barê Kobanêyê de edebîyatê dike. Heta tu li wir diaxivî, here li wir têkoşînê bide. Evqas xapandin û sextekarî nabe."
- "Heke hûn spasiya hikûmetê û dewletê nakin, qet nebe sipasiya gel bikin"
Akdogan got ku di her mijarê de divê nebêjin "em ê pêvajoyê dawî bikin, agirbest dê biqede" ev gotin ne baş in û divê pirsgirêk bi axaftinê bên çareserkirin.
Akdogan anî ziman ku Tirkiyeyê ji 150 hezar kesî re deriyên xwe vekiriye û alîkariya wan dike û wiha dewam kir:
"Tirkiye tiştekî baş dike. Heke hûn spasiya hikûmetê û dewletê nakin, qet nebe sipasiya gel bikin. Vî gelê ezîz ji milyon û nîvek sûrîyan re, 150 hezar kurdan re dilê xwe û deriyê xwe vekir. Her tiştên xwe parve dike û hûn radibin şûna spas bikin keviran diavêjin û rageşiyê derdixin. Hûn dibêjin 'neçin kampan'. Mêrik ji tirsa rihe xwe reviyaye, li cem wî jin, zarok, kal û pîr hene û cihekî ku lê bisitire digere. Dewletê li wir cihek avakiriye û hûn dibêjin bila neçin li wir û tengasiyan derdixin. Ev mirovatiyeke çawa ye?"
Akdogan der barê axaftinên Cemîl Bayik de jî wiha axivî:
"Cemîl Bayik dibêje 'Em biryara şer didin, em biryara agirbestê didin, lê Serok Apo biryara aştiyê û dewama pêvajoyê dide. Rola wî cuda, ya me cuda ye.' Ez naxwazim wek muxatap gotinên wî şîrove bikim. Ji her derê gotinek e cuda tê. Her kes li gor xwe daxuyaniyekî bide ev rewşeke baş dernaxe holê. Heta niha gotin muxatap Ocalan e, heyet jî bi Ocalan re hevdîtinan dike. Heke li ji bilî wî otorîteyên din derxin pêş ev baş nabe."
Akdogan got ku dema diyalog nebe xeletfêmkirin û şaşî çêdibin û wiha axivî: "Mesela der barê min de duh ji Qendîlê hin tişt hatin gotin. Ev gotin derew in. Xwe dibêjin û xwe guhdarkirin. Li ser gotinên ku qet min negotine tiştan lê zêde dikin, rageşiyê derdixin û gefan dixwin. Divê dev ji van bê berdan. Divê meriv bûyeran û pêşveçûnan baş fêm bike. Rêya vê jî diyalog e. Em ji bo vê bi HDPyiyan ve hevdîtinan dikin. Heke hewce bike, emê dîsa dewam bikin û divê ev wek pirsgirêk neyê dîtin."
Li ser pirsa "Dibêjin ku heke li sînorê Tirkiyeyê herêmeke tampon bê avakirin, ev ê bibe sedema dagirkeriya Rojavayê. Hûn ji bo vê çi dibêjin?" wiha axivî:
"Ji aliyekî dibêjin 'Rojava tê bidestxistin, Tirkiye tu li kû yî alîkariyê bike', ji hêla din ve dibêjin 'Avakirina herêma tampon sedema şer e'. Şerê ji bo çi? Heke tu xurt bî here li wir şer bike. Tu kî re gefan dixwî? Hem dibêjî Rojava ji dest diçe alîkariyê dixwazî û him jî li vî alî gefan dixwî. Heke hêza te hebe ji wî alî re bibêje. Hemû tiştên ku li vir tên axaftin hemû bi armanca mirovî ve tên axaftin. Mînak meselaya avakirina herêma bi ewlehî filan. Ev gotin nakokiyan di xwe de dihewîne û gotinên wiha nabin."