Nihat Kavşut
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
ANKARA
Umît Yalçinê Musteşarê Wezareta Karên Derva di 30yê Adarê da wê here serdana Amerîkayê.
Li gor daxuyaniya wezaretê Yalçin li paytext Washingtonê wê bi John J. Sullivanê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ra bicive û li ser têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê û pirsgirêkên herêmî û navneteweyî biaxivin.
Wek mayîn di hevdîtinê da wê encamên civîna koma xebatê ya 8-9ê adarê li Washingtonê hat kirin jî bê nirxandin.