Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler ji bo Cejna Qurbanê li Mêrdînê beşdarî bernameya "Biratî û Qurban"ê bû. Bername ji aliyê Komeleya Kimse Yok Muyê ve li Navenda Çandê ya Ataturk hat lidarxistin.
Guler diyar kir ku bi sedsalan e hin girseyan hewl da ku cudatiyên vî welatî derxên pêş û îstismar bikin, lê cudatî dewlemendiya vê herêmê ye. Guler anî ziman ku di vê pêvajoyê de gelek baş dizanin ku hizûr tê çi wateyê û wiha axivî:
"Belkî yên ku dixwazin rewşa hizûrê xerab bibe jî hene. Ji aliyekê ve demokrasiyê dixwazin û ji aliyekê ve jî çek di destê wan de ye. Ji bo demokrasî û têkoşîna siyasî şert û mercên meşrû heye. Bila her kes were û di vê qada meşû de fikr û ramanên xwe bîne zimên. Gelên vî welatî di dîroka komarê de pir li bendê man ku mirovekî were û bi Kurdî silavê bide wan. Ku em bi kurdî silavê bidin we dê çi bibe, yan jî bi Erebî ji we re bibêjin 'hûn bi xêr hatin' dê çi bibe. Kî çawa cil û bergan li xwe dike û li gor baweriya xwe dijî bila bijî, wê çi bibe."
Bername ji hêla xwendekaran ve bi xwendina îlahî, sitran û helbestan û axaftinên karmend û beşdarvanan bi dawî bû.