Muhammet Kurşun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
ANKARA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê helwesta Tirkiyê de li ser operasyonan got: "Operasyonên navxweyî bi serkeftî dewam dikin. Herekata Mertala Feratê ya li Sûriyê, operasyona li Şengalê û ya li Qereçoxê gavên pêşîn ên konsepta me ya nû li dijî terorê ne. Îdî nikarin bêjin em wiha û wiha bi Tirkiyê bilîzin. Yan emê li ser maseyê rûnên, biaxivin û di eraziyê de bi hev re bixebitin yan jî yên ku hewl bidin Tirkiyê taciz bikin dê bedelê vê bidin, dê vê bizanin."
Serkomar Erdogan, beşdarî Bernameya Fitarê ya Beşên Ewlehiya Navxweyî bû ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Herekata Taybet hatibû lidarxistin. Erdogan li vir axaftinek kir.
"Der barê dozên FETO ez rojane raporan werdigirim"
Bi munasebeta nêzîkbûna salvegera 15ê Tîrmehê jî Erdogan der barê dozên FETO de got: "Çi qasî dixwazin bila xwe bi xewnan û tarîxên ku di guhê wan de tên xwendin bixapînin. Hemû beyhûde ne. Bila dilê milletê me û bi taybetî dilê xizmên şehîdan û xaziyan rehet be. Ez digel hemû Serşêwirmendan mehkemeyan taqîb dikim. Nêvî li Enqere nêvî jî li Stenbolê dikevin rûniştinan. Ez rojane raporan werdigirim. Çi dibe, çi diqewime ez taqîb dikim."
Erdogan behsa wê yekê kir ku ew tu carî dev ji vê meseleyê bernadin û wiha pê de çû: "Yek ji van qatilên destbixwîn jî ji vê eqûbeta tehl xelas nabe. Ew bêexlaqiyên ku di mehkemeyan de dikin, dema ku di hepisxaneyan de birizên, bi awayekî vekirî dibêjim tu fêdeyê nagihînin wan. Eger yên cezayên xwe temam bikin û derkevin derkevin derve hebin jî jixwe dê milletê me cezayê ku heq bidin bide wan. Dê tifî ser çavên wan bikin û dê di tûka millet de bixeniqin. Dê hemû FETOyî yek bi yek cezayê îxanetê bidin. Heta ku ji wan jî bimîne dê mucadeleya me bidome."
Serkomar Erdogan li ser heman mijarê wiha axivî: "Ez careke din dixwazim ku ev rastî were zanîn. Me heta îro xwîna tu şehîdê xwe li erdê nehiştiye. Em hêsirên çavên xizmên şehîdan jibîr nakin. Me jibîr nekiriye. Hedef û niyeta me ev e."
"Ji xeynî vî welatî nîştimanekî me tuneye"
Serkomar Erdogan behsa giringiya nîştiman kir û got: "Ji xeynî vî welatî nîştimanekî me tuneye. Hinek dema ku ketin tengasiyê dikarin birevin Pensilvanya û Emrîkayê yan jî herin welatekî din. Dibe ku nîştimanekî wan ê bidizî li wan deran hebe. Dikarin birevin Yewnanistan, Rodosê, vir û wir. Lê welatekî me yê wisa tuneye. Yê me hebe tunebe ev axa 780 hezar kîlometre çargoşe ye. Loma di 15ê Tîrmehê de ji dêvla ku em li welatê xwe bibin xulam me wek şêran şer kir û wek zilaman terciha mirinê kir, emê wisa bikin jî."
Di beşeke axaftina xwe de jî li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu wiha cewab da: "Zatê li serê partiya muxalefeta sereke gelekî hesûdiya îşareta min a Rabîayê kiriye. Herhalde gelekî jî kêfa wî jê re hatiye. Dibêje yê ku îşareta rêxistineke terorî bi kar tîne. Ya navê ya navê. Di nava vê îşaretê de çi heye. Yek millet, yek ala, yek nîştiman û yek dewlet. Gelo begê me, li vî welatî ne yek millet gelek milletan dixwaze, loma aciz bûye?"
"Operasyona Şengal û Qereçoxê gavên konsepta me ya nû ne"
Herwiha behsa operasyona Şengal û Qereçoxê jî kir û wiha hişyarî da aliyên têkildar:
"Operasyonên navxweyî bi serkeftî dewam dikin. Herekata Mertala Feratê ya li Sûriyê, operasyona li Şengalê û ya li Qereçoxê gavên pêşîn ên konsepta me ya nû li dijî terorê ne. Îdî nikarin bêjin em wiha û wiha bi Tirkiyê bilîzin. Yan emê li ser maseyê rûnên, biaxivin û di eraziyê de bi hev re bixebitin yan jî yên ku hewl bidin Tirkiyê taciz bikin dê bedelê vê bidin, dê vê bizanin."