Wezîrê Çand û Tûrîzmê Yalçin Topçu got ku "Ya li pişt rêxistina terorê ya dabeşker kî dibe bila bibe, kîjan piştgiriya wî hebe bila hebe, wekî ku curnek bê paqijkirin dê bê paqijkirin. Niha qismeke mezin a kadroya çiyê hat îmhakirin. Rêxistinên wan ên li bajêran tên paqijkirin."
Topçu Waliyê Çanakkaleyê Hamza Erkal di meqamê wî de ziyaret kir û pêşî Deftere Şerefê îmze kir.
Topçu daxuyaniyek da rojnamevanan û qala xebatên têkoşîna bi terorê re yên ku van demên dawîn tên kirin, kir.
Topçu destnîşan kir ku dê di vê têkoşînê de bi ser bikevin û wiha axivî:
"Ya li pişt rêxistina terorê ya dabeşker kî dibe bila bibe, kîjan piştgiriya wî hebe bila hebe, wekî ku curnek bê paqijkirin dê bê paqijkirin. Niha qismeke mezin a kadroya çiyê hat îmhakirin. Rêxistinên wan ên li bajêran tên paqijkirin. Dewlet hêzdar e. Ez dixwazim ku car din bangî birayên xwe yên kurd bikim. Em wek cêwiyan in. 5 milyon malbatî ji hev keç sitandine û keç dane hev. Em bûne dapîr, bapîr, mam, xal, bûk û zava. Ji vê wê jî wêdetir em ev hezar sal e ku di nav destketiya şaristaniyê de bûne yek û bihevrebûne. Roj ev roj e. Dê birayên me yên kurd jî li dewlet û miletê xwe xwedî derkevin. Duh çawa li Çanakkaleyê xwedî lê derketibin, li Anafartalarê, Sakaryayê, Dumlupinarê çawa lê xwedî derketibin, Diyap Aga çi kiribe, îro jî dê birayên me wê bikin. Ji ber vê di vê mijarê de hewce nake ku tu kes bikeve nav fikaran. Welatên Yekîtiya Ewropayê qaşo di peymanên navneteweyî de welatên ku dost in, divê êdî di têkoşîna Tirkiyeyê ya bi terorê re de cihê xwe diyar bikin. Helwesta çapemeniya li derve gelê me gelekî diêşîne. Bila ew ji bîr nekin ku maf û menfeata wan a di vê erdnîgariyê de teqez û teqez dema di bin temînata stêrk û heyvê de be dê ji bo wan bi feyde be."
-"Ji vê wêdetîr ezlkirin e"
Topçu bal kişand ku divê ew kesên ku ji bo Lijneya Wezîran hatin hilbijartin divê maf û menfeatên gel bidin ber çav û wiha axivî:
"Tu dê li Lijneya Wezîran bê temsîlkirin, hewcedariya sonda wir bi cî neynî. Tu niha li Lijneya Wezîran de cî digirî, mirovên divê ku li pêy maf û menfeatên gel bin, her wekî ku parêzvaniya eşqiyayan, berdevkiya wan dikin. Em dewleta hiqûqê ne. Divê teqez di nav hiqûqê de hewcedariya vê bê bi cî anîn. Ji vê wêdetir çi ye, ezlkirin e. Belê divê bê ezlkirin. Tu ji gel raye distînî, di meqama gel de rûdinê. Karê te çi ye? Xizmeta gel e."