Hat ragihandin ku li Cizîra navçeya Şirnexê dîsa qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Walîtiya Şirnexê da zanîn ji bo ku mensûbên PKKya rêxistina terorê bên girtin, ewlehiya can û malê gel bê pêkanîn heta emreke duyemîn qedexeya derketina derve îlan kir.
Walîtiya Şirnexê daxuyaniyek da û diyar kir ku li navenda navçeya Cizîrê ji bo ku mensûbên PKKya rêxistina terorê bên girtin, ewlehiya van û malê gel bê pêkanîn li gor madeya 11/C a Qanûna Îdareya Bajêr a bi nimreya 5442 ji 13 Îlon 2015 roja Yekşemê saet 19.00an pê ve heta emreke duyemîn qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li Cizîrê ji bo ku xendeqên ku hatin vekirin bên girtin, bergiriyên bimayîn bên rakirin û terorîstên ku li herêmê bi cî bûne bên girtin di 4ê îlonê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û ev qedexe 12ê îlonê roja yekşemê saet 07.00an de hatibû rakirin.