ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê beriya ku biçe Viyanaya paytexta Avusturyayê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.
Erdogan li ser pirsa "Tê îdiakirin ku li Mûsilê 15 welatiyên din ên tirk jî hatine revandin, rewşa dawîn çi ye, der barê vê de tu geşedanek heye yan na?" wiha got: "Ev bûyer hê nehatiya piştrastkirin. Duh êvarê der barê vê mijarê de ez bi hevalên xwe re şêwirîn, dibêjin 'tişeteke wiha tuneye.' Em vê bûyerê dişopînin, duh jî lijneyeke li Bakurê Iraqê bû û heta dereng pêwendî danîn û vegeriyan. Em pêvajoyê bi hesasî dimeşînin. Li vir em naxwazin gavên xelet bavêjin û 49 xebatkarên serkonsolosxaneyê û 31 şofêrên tirk bixin talûkeyê. Paşê em ê çi bersivê bidin welatî û xizmên wan. Ji bo me tişta herî girîng ew e ku bi sax û silametî 80 welatiyên me vegerin welatê xwe. Ji bilî vê Serkonsolosxaneya me ya Besrayê hatiye valakirin. Bi heman awayî daxuyaniyên me yên der barê van welatiyan de hene. Li gor geşedanên li Iraqê heke ji bo welatiyên me telûke hebe, em ji bo tehliyekirina wan gavan davêjin. Divê ez vê jî bêjim."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan der barê rûdanên li Iraqê diqewimin de wiha got:
"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi daxuyaniyên xwe eşkere dike ku erênî li van operesyon û erîşan nanihêre. Çimkî hêzên DÎŞIyê di nav gel de ne û dibe ku sivîl zirarê bibînin. Lewra rewş hesas e. Lê di vir de reva artêşa Iraqê balkêş e. Mesele êdî ne meseleya şerê di navbera Iraqê û DÎŞIyê de ye, mesele şerê di nav mezheban de ye. Şerê sunî û şiiyan e. Em vê teqez qebûl nakin. Em mezhebperestiyê qebûl nakin. Her kes dibêje ez misilman im, lê misilman nabêje "Ellahû Ekber" û misilmanan nakuje. Tiştekî wiha nabe. Em wek Komara Tirkiyeyê vê qebûl nakin. Niha armanca me ya yekem bi sax û silametî xilaskirina 80 welatiyên me ye."
Erdogan destnîşan kir ku li Telaferê li dijî tirkmenan êrîş hene û tirkmen koçî Hewlêrê dikin û gor ku AFAD ji bo kesên ku koç dikin 20 hezar çadir şandine.
Erdogan diyar kir ku li herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkên derman û xurek, xebatên xwe dimeşînin û dibe ku hejmara çadiran derkeve 100 hezarî.