Nihat Kavşut
10 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Nobelê xwe bêqîmet kiriye. Nobel saziyeke wisa ye ku siyasî û îdeolojîk tevdigere. Ji bona min tu qîmeteke Nobelê tuneye."
Erdogan li Zanîngeha Bîlkentê bi minasebeta Roja Mafên Mirovan ya Dinyayê beşdarî bernameya "Her Însanek Dinyayek e" bû.
Serokomar Erdogan destnîşan kir vê gavê li Ewropayê valahî û kêmasiyeke mezin ya pêşengan heye û got ku ez nikarim bibêjim 'Li Ewropayê ev pêşeng mînak e'."
Erdogan der barê Serokê Amerîkayê Donald Trump da diyar kir ajandayeke wî ya veşartî tuneye û wiha axivî: "Çi dizane bi eşkereyî dibêje. Li hemberî min bi eşkereyî xeber dide û ez jî li hember wî bi eşkereyî diaxivim."
Serokomar Erdogan ji bona pêwendiyên xwe yên bi Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra got ku ajandayên me yên veşartî tunene û wiha dewam kir: "Em li hemberî hev gavên rasterast û eşkere diavêjin. Ez bawer dikim ku em ê li herêmê bi hev ra aştiyê pêk bînin."
Erdogan der barê ji bo Libyayê şandina eskeran da got ku heger Libya daxwazeke wiha ji me bike, çiqas hewce bike em dikarin bişînin.
Serokomar Erdogan der barê derketina ji Sûriyeyê da wiha axivî: "Ji me dipirsin ku hûn ê çi çaxê ji Sûriyeyê derkevin. Çi çaxê hûn derkevin û em çi çaxê wan deran ji terorîstan paqij bikin em ê derkevin."
Erdogan ji bona endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) da wiha peyivî: "Dibêjin ku 'Nifûsê we zehf zêde ye.' Esas sedem ev nîne. Sedema rast ew e ku em Misilman in."
Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê Nobelê da diyar kir Nobelê xwe bêqîmet kiriye û wiha got: "Nobel saziyeke wisa ye ku siyasî û îdeolojîk tevdigere. Ji bona min tu qîmeteke Nobelê tuneye. Em ê wek Tirkiye teqez tevlî vê merasimê nebin. Xelatkirina kujerekî wiha şirîkatiya zilmê ye."
Erdogan destnîşan kir heger rojekê Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin wî wê xelatê hilnede.
Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê deynên kredî û wargehan ya xwendekaran da diyar kir ev di rojeva wan da ye û got ku piştî mizakereyên budçeyê em ê binirxînin û gavekî li gor menfeeta xwendekarên me be biavêjin. Yan meseleya krediyê wê rabe û tenê burs bê dayîn... Em ê binirxînin û li gorî wê hereket bikin."