Fatih Gazioğlu
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li gor rêziknaya nû, ji vir şûnda walî wê li navendê û qaymeqam jî wê li navçeyên ku lê wezîfeyê dikin hem wekî berpirsê rêveberiya îdarî hem jî wekî nûnerê Serokomar werin qebûlkirin.
Rêziknameya der barê Guherîna Rêziknameya Teşkîlat, Wezîfe û Xebatên Beşên Qaymeqamtî û Walîtiyê de îro di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Bi vê guherînê xalek li rêziknameyê hat zêdekirin. Li gor xala hatiye zêdekirin bi sernavê "Nûner" hat nivîsandin ku Walî li navendê hem nûnerê dewletê ye, hem nûnerê Serokomar e û hem jî berpirsê rêvebiriya îdarî ye.
Li gor xala nû Qaymeqam jî li navçeyê hem nûnerê Serokomar e hem jî wê wekî berpirsê rêvebiriya îdarî were qebûlkirin.