06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy ji ber ku Rob Mannîngê Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê (Pentagon) Ferhad Ebdî Şahînê qaşo rayedarê payebilind yê PKKyê ye û bi navê "Mezlûm Kobanî" jî tê zanîn wek "General Mezlûm" pênase kir wiha got: "Berdevkê Pentagonê dîsa tewşomewşo diaxive."
Aksoy li Wezareta Karên Derva der barê rojevê da axivî û pirsên nûçegihanên diplomasiyê bersivand.
Hamî Aksoy li ser pênasekirina terorîstê PKKyî wek "general" wiha got: "Berdevkê Pentagonê dîsa tewşomewşo diaxive. Em hemû baş dizanin ku PYD/YPG rêxistina terorê ye. Çendek berê nûçeyek hat weşandin û tevî saziyên fermî yên Amerîkayê bi delîlên şênber tê nîşandan ku PYD/YPG şaxa PKKyê ye. Ez texmîn dikim ku haya Berdevkê Pentagonê jî ji vê heye. Me daxuyaniya ku hewce dike da. Berê jî Berdevkê Pentagonê daxuyaniyên bi vî rengî daye. Em ê cardin daxuyanî bidin."
Aksoy destnîşan kir piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê mekanîzmaya hevbeş derketiye holê û di vê çarçoveyê da hêviyên Tirkiyeyê ji Amerîkayê hene û wiha axivî: "Em dixwazin PYD/YPG çekên xwe teslîm bike. Di civînên di 8-9ê adarê da wê ev mijar bên rojevê. Sûriye, geşedanên li Sûriyeyê û Minbic wê cardin bê rojevê."
Berdevkê Pentagonê Rob Mannîng di civîna çapemeniyê da pirsên rojnamegeran bersivandin. Mannîng li ser pirsekê Ferhad Abdî Şahînê ku qaşo ji rêvebirên payebilind yên PKKê ye û navê "Mezlûm Kobanî" jî bi kar tîne wek "General Mezlûm" pênase kiribû.