ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Huseyîn Çelîk diyar kir ku ya Saddam li Helepçê kir niha Beşşar Esed jî li Sûrîyê dike û wiha got: ''Webalê kesên ku hatin qetilkirin, bê şik di stûyê wan kesên ku ji hêla aborî û siyasî ve piştgirî dan Esed û dewletên ku li hember vê yekê bi xweşbînî, bê deng man de ye.''
Çelîk dûpat kir ku li Sûrîyê komkujî tê kirin û wiha got: ''Ji aliyê birêvebiriya Esed ve êrîşa bi çekên kîmyewî hat kirin. Li gor daneyên dawî, li herêmê hezar û 360 kes mirin. Yên ku mirin zêdetir zarok û jin bûn û di xewê de mirin. Mixabin gaza sarîn û gaza sînîrê di demeke kurt de tesîrê li mirovan dike û di nav çend kêliyan de mirovan dikuje. Ev rewş drameke mirovahiyê ye.''
Çelîk wiha pê de çû: ''Pergala dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ya îroroj mixabin ev e, yanî li gor pergalê yên mafdar bi hêz nînin, yên bihêz mafdar in. Li Sûriyê careke din vê pergalê rû da.''
Çek, hikimraniya edaletê dike
Çelîk da zanîn ku Serokomarê Misrê yê ji aliyê gelê Misrê ve hat hilbijartin, niha di girtîgehê de ye û wiha got: ''Mixabin Hisnî Mubarekê ku wek fîrewnek li gel zilim kir, bi hêzên çekdar êrîşê gelê li Qada Tahrîrê kir, gel qetil kir û di bin tekerên wesayitan de pelixand. Ev dîmên jî nîşan didin ku çek hikimraniya edaletê dike.''
Divê em dawiyê li PKKê bînin
Çelîk der barê PKKê de jî axivî û got: ''PKK çek deyne û derkeve derveyê sînor û piştre dê çi li wan bê? Ev jî bi pêngavên berbiçav ve girêdayî ne.''
Çelîk wiha pê de çû: ''Qey ew ê çek deynin û derkevin dersînor û bi zagonên vegerîna malê vegerin an jî bi zagonên poşmaniyê?
Çelîk di dawiyê de bal kişand li ser rewşa Ocalan û got: ''Ocalan mehkûm e û niha cezayê xwe dikêşe, heke piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê ser çavan.''