ÎSTANBÛL
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got: "Îsraîl ji bo aştiya dinyayê û aştiya Rojhilata Navîn bi xetere ye."
Serokwezîr piştî nimêja îniyê ku li mizgefta mîmar Sînan kir bersiva pirsên rojnamegeran da.
Rojnamgeran der heqê operasyona bejayê ya ku Îsraîlê bir ser Xezeyê û bi Tirkiyeyê re têkîliyên xwe yên dîplamatîk kêm kir ji Serokwezîr Erdogan pirsîn.
Erdogan destnîşan kir ku der heqê têkîliyên dîplomatîk de niha haya wî ji nivîsên fermî yên ku hatine kirin tuneye.
Serokwezîr Erdogan ji operasyona bejayê ya ku Îsraîlê bir ser Xezeyê jî wiha got: "Îsraîl him aştîya dinyayê him jî aştiya Rojhilata Navîn dike xetere yê. Herwiha ez heta desthilatdar bim, em dê bi Îsraîlê re tu caran têkiliyan daneynin û danûsitandinê nekin."
Erdogan wiha pê de çû: "Dibe ku welatên Rojava Tayyîp Erdogan bi awayekî din bi nav bike. Dibe ku bibêje hêrsoyî ye, filan e bêvan e. Dibe ku bikevin nav lêgerînekî. Lê ez ji bo rizayê Heqq û gel bigrim, hatime peywirdarkirin. Hemû armanc û daxwazên min li ser vê bingehê hatine avakirin. Min heta îro tu caran ji bo ku hêzdar min biecibînin hewl neda. Ji îro pê de jî dê hewldaneke min a wiha nebe. Lewra ji bo me qîmeta vê nîne. Ji bo me ya girîng ew e ku em ligel mezlûm û neçaran bin."
Erdogan got:
"Em li vir cardin hewldan û têkoşîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo aştiyê diceribînin."